Bangawazî ji bo bloka behra ji alan

Alê nîşan bidin di piştgiriya bi Rojava re

1.ê Gulan ê li Berlînê derkevin qadan ! – Bikevin bloka behra ji alan!

Ji dawiya meha çile ya 2018 ve li Efrînê êrişeka herî hovane ya vê demsalê pêk tê. Leşkerên dewleta tirk ya faşîst tevî çeteyên ku di bin navê îslamê de kuştinan pêk tînin êrişî herêma rêveberiya xweser kirin. Armanca wan ew e, projeya federasyona demokratîk ya bakûrê sûriyê, ya ku ji bo milyonan mirov bûye hêviya hevjiyanek bi aram di rojhilata navîn de, hilweşînin. Artêşa dagirker dikuje, îşkence dike, wêran dike.

Û ew her êrişê vekirî bi hevkariya almanya dike. Artêşa tirk bi panzêrên leopard 2 û bi çekên Heckler&Koch qetliyaman dike. Ji bo seknandina êrişan dewleta alman tu helwestiyê nîşan nade. Li dijî vê, almanya di her qadê de piştgiriya dîktatoriya AKP-MHP dike. Destûra şandina çekan hîn berdewam e û di qadên aborî û siyasî de xwesteka hevkariyek germtir heye. Û şirketên çekdarî yê mîna Rheinmetall xwînê vediguherînin feydê.

Li almanya ev hevkarî xwe di zextên li hemberî aktivîstên kurd û hevalbendên wan de destnîşan dike. Di pratîkê de hikûmeta SPD/CDU/CSU qedexeya komelê danî li ser Navenda Civaka Demokratîk ya Kurdên li Elmanyayê -NAV-DEM‘ê. Ji Komelan re tomarkirina çalakiyan hate qedexekirin him jî pîrozkirina newroza îsal hate kriminalîzekirin. Armanca serdegirtina weşanxaneyên kurdî û enstîtuyên çandî nîşaneyên kriminalîzekirina mûzikên çep yê bi kurdî û her wiha pirtûkên Abdullah Öcalan jî ji hêla polîsan ve hatin desteserkirin.

Em ji bîr nekin ku Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin YPG/YPJ bûn, ên ku bi fedakarî 40.000 Êzidî ji çemberên DAEŞ/IS ê rizgar kirin. Di şûna spasiyên xwe ji bo rizgariya ji DAEŞ/IS ê ji wan re vebêjin, hikûmeta alman bi qedexeyên sembolan hewl dide rê li ber piştgiriya YPG/YPJ bigre.

Qedexe nîşan didin: Hikûmeta alman ji ramanên tevgera kurd ditirse. Ji bo desthilatdaran tevgera meclîsan, azadiya jin û aboriya girseyî, lihevhatina hemû bindestan û xweparastina wan gefek e pir mezine.

Şerê ku dewleta alman li dijî tevgera kurd dimeşîne, bi biryara qedexekirina Partiya Karkerên Kurdîstan – PKK‘ê ya ji sala 1993 de tê rewa kirin. Ji wê demê ve dozgerên hikûmetê her liv û tevgerê ji bo rêxistina kurd bi „ piştgiriya terorê‘‘ bi nav dike.

Li dijî vê em berê xwe didin bloka xwe ya behra al‘an di 1ê Gulanê de li Berlînê: Tevgerên azadiya kurd tekoşîneka rewa li rojhilata navîn dimeşînin. Qedexekirina wê peywira emperyalîzma almanan ji bo endama hevalbendiya NATO – turkiyê ye.

Emê di 1ê Gulanê de bi girseyî vê qedexeyê vale derxînin û alên tevgera kurd hilgirin. Em banga tevlîbûna çalakiya nerazîbûnên sivîlan dikin.

1mai.blackblogs.org · #R1MB · #Fahnenmeer

1ê Gulanê · saet li 18 · Oranienplatz · Berlin-Kreuzberg